Netanyahû spasiya Biden kir: Wê operasyon berdewam bikin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû piştî pêwendiya telefonê ya ligel Serokê Amerîkayê, li nivîsgeha Serokwezîrtiyê ya Orşelîm (Quds) daxuyanî da û ji bo piştevaniya wî spasiya Joe Biden kir.
Netanyahâ herwiha diyar kir ku ew dê li hember êrîşan bêdeng nemînin û di ruxandina cihên têne armanckirin de berdewam bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê da xuyakirin ku ew ji bo di êrîşan de sivîl zirarê nebînin xesas tevdigerin û got, operasyonên dijî Xezeyê heta bigihin armanca xwe wê berdewam bikin.
Li ser armanckirina avahiya medyayê li Filîstînê jî Netanyahû diyar kir, ew avahî ji bo dezgehên medyayê nedihat bikaranîn, lê komên milîsên Hemasê û Filîstînê ji bo êrîşên ser Îsraîlê bikar tanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin