Netanyahû ji bo pevguhertina dîlan heyetek sand Qeterê û Biden jî agahdar kir

05 July 2024 17:00 0 dîtin
Netanyahû ji bo pevguhertina dîlan heyetek sand Qeterê û Biden jî agahdar kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê ji bo peymana pevguhertina dîlan heyetek şand paytexta Qeter Dohayê û ev agahî bi Serokê Amerîka Joe Biden re jî parve kir.

Li gorî zanyariyan Berpirsê Servîsa Îstixbarata Derve ya Îsraîl MOSSADê David Barnea ji bo pêşnûmeya pevguhertina dîlan çû Doha ya paytexta Qeterê ku piştî şerekî giran ê li Şerîda Xezayê agirbest û pevguhertina dîlan dîsa di rojeva Îsraîlê de ye.

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî li ser şandina şandê û domandina danûstandinan Joe Biden agahdar kir.

Binyamîn Netanyahu hevdîtina di pêwendiya telefonî de ji Biden re gotiye Îsraîl piştî ku bigihîje hemû armancên xwe dê dawî li şer bîne.

Koşka Spî jî ragihand ku Biden û Netanyahu li ser bersiva dawî ya Hemasê ya derbarê agirbesta li Xezayê û pevguhertina girtiyan gotûbêj kirin.

Biden û Netanyahu pêşwaziya civîna ku tê plankirin di 15ê Tîrmehê de di navbera tîmên ewlekariya neteweyî yên her du welatan de were lidarxistin, kirin.

Kanala 12an a Îsraîlê jî ragihandiye, wê berpirsê Îstixbarata Derve ya Îsraîlê Yossi Cohen, pêşengiya şanda danûstandinên dîlên Îsraîlî bike.

Dîrektorê Servîsa Îstixbarata Derve ya Îsraîlê Mossadê David Barnea jî ji bo pêşnûmeya pevguhertina dîlan çûye Dohayê.

Hat diyarkirin ku dê di hevdîtina Barnea û Al Sanî de pêşnûmeya pevguhertina dîlan a di navbera Îsraîl û Hamasê de bê nîqaşkirin.