Netanyahû dema pevguhertina dîlan got: Emê Hemasê tune bikin!

09 February 2025 11:36 0 dîtin
Netanyahû dema pevguhertina dîlan got: Emê Hemasê tune bikin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ku danûstandinên xwe yên Washingtonê berdewam dike, dema gera 5em a pevguhertina dîlan di navbera îsraîl û Hemasê de pêk dihat ragihand ku ew ê tevî agirbestê jî Hemasê ji holê rakin.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew dê Hemasê ji holê rakin û hemû dîlan jî vegerînin.

Netanyahu diyar kir ku ew dê her tiştî bikin da ku hemû dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê vegerînin.

Herwiha Netanyahu da zanîn, wî ji şanda ku dê biçe Dohaya paytexta Qeterê re gotiye ku divê bi navbeynkaran re daxwaza vegerandina hemû dîlan parve bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha got ku di mijara koçberkirina xelkê Xezeyê û kontrolkirina Xezeyê ya ji aliyê Amerîkayê ve bi Donald Trump hemfikir e.