Sererkanê Îranê: Operasyon temam bû, em nafikirin berdewam bikin!
PeyamaKurd- Sererkanê Artêşa Îranê Muhammed Baqirî li ser êrîşa şeva borî ya bi ser Îsraîlê de ragihand ku operasyon bi serkeftî hatiye encamdan û ew nafikirin operasyonê berdewam bikin.
Baqirî ji televizyona dewletê ya Îranê re axivî û êrîşa Supaya Pasdarên Îranê ya bi ser Îsraîlê de nirxand.
Baqirî got, "Operasyon bi serkeftî hat temamkirin. Ev vê operasyonê wekî encam dibînin û nafikirin operasyonê berdewam bikin.”
Herwiha Baqirî gotiye, êrîş wekî bersiva êrîşa konsulxaneya Şamê ku xeta sor hatiye dabezîn hatiye encamdan û ger Îsraîl dîsa êrîş bike ew dê êrîşeke berfirehtir pêk bînin.
Baqirî daye zanîn ku tevî ku qabîliyeta wan a zêdetir avêtina moşekan hebûye jî wan ev êrîş wekî hişyarî li ser Îsraîlê pêk aniye.
Hêjayî gotinê ye, artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku ji sedî 99ê moşek û dronên bi ser Îsraîlê ve hatibûn pekandin beriya bigihin erda wan hatine pûçkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin