Îsraîl: Em nikarin temamê rehîneyan bi operasyonên leskerî rizgar bikin

16 June 2024 16:03 0 dîtin
Îsraîl: Em nikarin temamê rehîneyan bi operasyonên leskerî rizgar bikin

PeyamaKurd -  Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî, di civîneke rojnamevanî de li ser kuştina 8 leşkerên îsraîlî li başûrê Xezeyê axivî û got ku wê tîmeke pispor lêkolînê li ser kuştina 8 leşkeran li bajarê Refahê bike.

Hagarî bal kişand ser operasyonên bo rizgarkirina dîlên îsraîlî yên di destê Hamasê de û got, ew hewl didin hemû dîlan vegerînin malên wan, lê ew nikarin temamê rehîneyan bi operasyonên leşkerî rizgar bikin.

Hêjayî gotinê ye, Lîiwayên Qesam ên Hemasê di daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku wesayîteke hêzên Îsraîlê li rojavayê Refahê bi moşeka Yasîn 105 hatiye armanckirin û hemû leşkerên tê de mirine yan jî birîndar bûne. Piştre jî artêşa Îsraîlê ragihand ku 8 leşkerên wan di wê êrîşê de hatine kuştin.