Tevgera Nûcebayê: Me operasyonên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestandin

16 January 2025 16:07 0 dîtin
Tevgera Nûcebayê: Me operasyonên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestandin

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Tevgera Nûcebayê ya li Iraqê Ekrem Kabî diyar kir ku wan biryara rawestandina operasyonên xwe yên li dijî Îsraîlê daye.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Nûcebayê ya Iraqê Ekrem Kabî îro di daxuyaniyeke nivîskî de got, “Em gelê Filistînê pîroz dikin. Peymana agirbestê girîng e. Di çarçoveya vê agirbestê de me hemû operasyonên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestandin.”

Ekrem Kabî bal kişand ser wê yekê ku ew her dem amade ne ku mûşekên xwe biavêjin û got, “Mûşek û firokeyên me yên bêmirov jî bi temamî amade ne. Eger ew vegerin em ê jî vegerin.”