Erdogan bo operasyonên dijî îstixbarata Îsraîlê: Ev hê destpêk e!

10 January 2024 21:40 0 dîtin
Erdogan bo operasyonên dijî îstixbarata Îsraîlê: Ev hê destpêk e!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, derbare operasyonên sîxurtiyê yên li Tirkiyê bi ser îstixbarata Îsraîlê de de axivî û got, wan gava yekem avêtiye û ev hê destpêk e.

Erdogan li Enqereyê di salvegera 97emîn a Saziya Îstixbarata Milî ya Tirkiyeyê (MÎT) de, axaftinek kir.

Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên sîxurtiyê yên vê dawiyê li ser îstixbarata Îsraîlê û wiha axivî: “Teşkîlata me tora îstixbarata Îsraîlê ya li welatê me derxistiye holê, bersiva me ya bo y;ên gefan li me dixwin pir zelal hatiye dayîn. Em hay jê hene ku sekna Tirkiyê ya ji bo qetlîamên Xezzeyê û krîzên herêmî ya bihêz hesabên hinekan xera dike.”

Erdogan di dewamê de jî got: “Ka bisekinin. Ev hê gava destpêkê ye. Hûnê Tirkiyê nas bikin. We hêj nas nekiriye, hûn neçar in nas bikin.”