Li Îranê bi sedema germa zêde temamê dezgeyên fermî tatîl kirin
PeyamaKurd – Li Îranê germahiya rojê gihaye 50 dereceyê û temamê dezgehên fermî yên hukumatê tatîl kirin ku di nav wan de banka jî hene. Wê tenê dezgeyên fermî yên alîkariyê xebata xwe dewam bikin. Xebatkarên ciyên navborî sibê jî naçin ser kar. Piraniya axa Îranê çole û germa çolê li temamê Îranê bandora xwe dike.
Konseya agahdarkirinê ya hukumetê bi nivîskî ragihand ku divê tenduristiya xelkê ji germê biparêzin û serfkirina elektrîkê kêm bikin.
Arîşeya elektrîkê ya herî mezine li Îranê. Serfkirina elektrîkê gihaye asta herî bilind ku xelkê pê klimayên xwe dixebitînin.
Kesên nêzî wan ciyên avîne, weke gol, rûbar û bendav xwe digihînin wan deveren û xwe di avê de hînik dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin