Bi sedema germa zêde ya li Erebistana Saûdiyê, 15 heciyên Kurdistanê can dan
PeyamaKurd – Li Saûdî Erebistanê ji ber germa zêde hecacên ku çûne ji bo ferza hecê bicîh bînin, gelek zahmetiyan dibînin ji ber ku hewa germe. Ji Heciyên Kurdistanê heya niha 15 kes ji ber germê jiyana xwe ji dest dane.
Ji Herêma Kurdistanê hecacê ku çûne, berpirsê wan Rojgar Cafer ji bo Rûdawê ragihandiye ku ji Kurdistanê 15 kes jiyana xwe ji dest dane. Cafer gotiye:
“Bi hesabê îro jimara kesên ku li axa pîroz jiyana xwe ji dest dane, gihaye 15 kesan. Ji candayiyan 14 kes vîza wan ya ji bo salekî ji Erebistanê re heye.
Di nav heciyan de yên ji Tirkiyê ne, jimara candayiyên wan 23 kesin. Kesên mirine, sedema mirina wan piranî nexweşînên dil û damar û nexweşînên girêdayê enfeksiyonane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin