Biden hisyarî da Netanyahû: Berî bersiva Îranê bidî bas bifikire

15 April 2024 18:39 0 dîtin
Biden hisyarî da Netanyahû: Berî bersiva Îranê bidî bas bifikire

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di pêwendiya telefonî ya ligel  Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû de, jê re gotiye, beriya bersiva êrîşa Îranê bidî baş li ser bifikire.

Li gorî rayedarekî pilebilind ê amerîkî ku derbarê pêwendiya telefonî ya Biden û Netanyahû de, agahî dane rojnamevanan, Biden ji Netanyahî daxwaz kiriye ji bo rageşî zêde nebe, qenc li ser bifikere û bi awayê stratejîk li ser bersivdana êrîşa Îranê bifikire.

Rayedarê Amerîkî daye zanîn ku Amerîka nafikire ku rageşiya navbera Îran û Îsraîlê de bê zêdekirin û li ser îhtimala piştevaniya Îsraîlê di êrîşa tolhindanê de jî gotiye, “Planeke wiha ya Amerîkayê tune ye”.