Vîktor Orban: “Berî ku Trump dest bi kar bike, divê rêvebiriya Biden pistgiriya xwe ya Ûkraynayê bi dawî bike”

15 November 2024 14:03 0 dîtin
Vîktor Orban: “Berî ku Trump dest bi kar bike, divê rêvebiriya Biden pistgiriya xwe ya Ûkraynayê bi dawî bike”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban di bernameya sibehê ya  Kossuth ya Radyoya Macaristanê de diyar kiriye ku rêveberiya bi serokatiya Joe Biden, divê di rojên mayî de desteka leşkerî ya ji bo Ûkraynayê bi dawî bike, beriya ku Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump dest bi kar bike.

Wî daye zanîn ku li Amerîkayê nîqaşên li ser polîtîkayên pêşerojê yên têkildarî pevçûna li Ukraynayê berdewam in û aniye zimên:  “Ez nikarim wan darizînim , lê pergala wan ya destûrî ji min re hinekî ecêb xuya dike: Serok di meha mijdarê de hat hilbijartin, lê ew ê di 20ê çileyê de dest bi wezîfeyê bike. Tiştê ku di navbera van her du tarîxan de diqewime, bi gelemperî wî eleqedar nake. Lê rêveberiya niha ya Amerîkayê, şerxwaza in, lê yê serketî yê hilbijartinan Donald Trump aştîxwaz e.”

Wî her wiha gotiye: “Divê ew êdî dijminatiyan gurr nekin û pabendbûna xwe bi operasyonên leşkerî nîşan nedin. Li şûna wê, divê şens bidin serokê nû yê alîgirê aştiyê ku heta ku karibe bi aramî bernameya xwe bi cih bîne.”