Ji Çavusoglu daxuyaniya Silêmaniyê: Wê operasyonên leskerî heta dawîyê dewam bikin

10 April 2023 20:08 0 dîtin
Ji Çavusoglu daxuyaniya Silêmaniyê: Wê operasyonên leskerî heta dawîyê dewam bikin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, derbarê rawestandina seferên asmanî û qedexekirina qada asmanî ya Tirkiyeyê bo seferên Silêmaniyê de, ragihand ku haya Amerîkayê jê heye.

Çavuşoglu di bernameya televizyoneke Tirk de li ser mijarê got: “Haya Amerîkayê ji firînan heye. Li Silêmaniyê PKK û PYD her derê kontrol dike. Wê operasyonên me yên leşkerî heta dawiyê dewam bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, 7ê Nîsanê dema derbasbûna karwana Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî êrîşeke bi dronê li Balafirgeha Silêmaniyê rû dabû, lê Tirkiyê red kiribû ku êrîş ji aliyê wan ve hatiye kirin. Berpirsên HSD, YNK û Iraqê ji êrîşê Tirkiyê berpirsiyar dibînin ku di dema êrîşê de çend leşkerên Amerîkî jî ligel Mezlûm Ebdî bûn, lê ti ziyanek çênebûbû.