Çavusoglu li ser Silêmaniyê daxuyaniyek da
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu derbarê rawestandina geştên esmanî yên Silêmaniyê de daxuyaniyek da.
Çavuşoglu derbarê 'Lûtkeya Sûriyeyê' ya ku bi Rûsyayê re tê kirin de daxuyanî da û got, "Em ê di meha Gulanê de li Moskovayê di asta Wezîrê Karên Derve ya Sûriyeyê de civînekê li dar bixin."
Herî dawî hat ragihandin ku Tirkiyeyê geştên esmanî yên ji bo Silêmaniyê rawestandiye.
Çavuşoglu derbarê mijarê da wiha axivî:
“Amerîka di derbarê firînê de dizane. PKK û PYD li Silêmaniyê her derê kontrol dikin. Operasyonên me yên leşkerî wê heta dawiyê bidomin.”
Ji aliyê din ve Çavuşoglu got, "Pirsgirên ku me nekarîn bi Amerîkayê re li ser wan li hev bikin, hêj nehatine çareserkirin. Bernameya F35 niha hatiye rawestandin. Ger Amerîka dixwaze wekî navbeynkarekî rast tevbigere, pêdivî ye ku ew bêtir objektîf bin. Bernameya F35 niha hatiye rawestandin. Me dît ku rêveberiyê gelek hewl da ji bo F16an. Ger rêveberiya Amerîkayê bi israr bisekine, wê pirsgirêk çareser bibin, lê xuya ye naxwazin bi kongreyê re rûbirû bibin. Em jî vê yekê dibînin”
Ji bilî van, roja 7ê Nîsanê li nêzîkî Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê teqînek rû da û di encama teqînê de agir bi derdora balafirxaneyê ket. Piştî bûyerê hat ragihandin ku êrîş bi drone hatiye kirin û êrîş li dijî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî hatiye organîzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin