Çavusoglu: PKK pistî Silêmaniyê dixwaze dest deyne ser Hewlêrê

08 September 2020 16:11 0 dîtin
Çavusoglu: PKK pistî Silêmaniyê dixwaze dest deyne ser Hewlêrê

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina ligel hemkarê xwe yê welatê Kongoyê Jean-Claude Gakosso di civîna rojnamevanî de, axivî û li ser krîza Rojhilatê Derya Spî Yunanîstan tawanbar kir û got, “Em dibêjin em amade ne, lê Yunanistan xwe nêzî diyalogê nake. Êdî welatên Ewropî jî pir ji vê aciz bûne.”

Çavuşoglu di civînê de, bersiv da pirsa PKKê û danîna ala Kurdistanê dema hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û got ku "PKK li Silêmaniyê serdest e û dixwaze dest deyne ser Hewlêrê jî."

Mevlut Çavuşoglu herwiha diyar kir ku “PKK zirara herî mezin digihîne Kurdan.. PKKê li Herêma Kurdistanê hezar gund xistine bin kontrola xwe.”

Çavuşoglu li ser danîna Ala Kurdistanê di civînên fermî de jî got, “Ji ber Ala Kurdistanê em têne rexnekirin, ev ne rast e.”