Tirkiye pistî 'bultena sor' ji Trump jî radestkirina Mezlûm Ebdî dixwaze

25 October 2019 18:40 0 dîtin
Tirkiye pistî 'bultena sor' ji Trump jî radestkirina Mezlûm Ebdî dixwaze

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku xwestibû Amerîka Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî radestî wan bike, îro Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul jî ragihand ku derbarê fermandarê Kurd de ‘bultena sor a Interpol’ heya û divê Mazlûm Ebdî (Kobanî) radestî wan bike.

Doh 24ê Cotmehê Serokê Amerîkayê Donald Trump bi twîtên xwe spasiya Mezlûm Ebdî kiribû û senatorên Amerîkî jî xwestibûn ji bo vexwendina Amerîkayê karûbarên vîzeyê werin bilezkirin.

Wezîrê tirk Abdulhamît Gul îro Înê got ku li gorî peymanên wan û Amerîkayê divê Amerîka Fermandarê HSDê Ferhad Ebdî yê bi nasnavê "Mazlûm Kobanî" ku wî wekî serkirdeyekî PKKê didin naskirin radestî Tirkiyê bikin.