Asayîsa Silêmaniyê li ser bûyera do daxuyaniyek belav kir

23 June 2021 09:29 0 dîtin
Asayîsa Silêmaniyê li ser bûyera do daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Asayîşa Silêmaniyê, li ser bûyera do bi şev li li taxa Serçinar a Silêmaniyê rû da û çend endamên asayişê birîndar bûn, daxuyaniyek belav kir.

Asayîşê diyar kir, piştî ku pirsgirêk di navbera şifêrek û hêzên asayîşê de derket, hêzek din a çekdar hat cihê bûyerê û êrîşî ser hêzên asayîşê kir.

Di daxuyaniya asayîşê de hat eşkerekirin: “Piştî ku şifêrek rênmayên yasayî bi cih neanî û pirsgirêk derxist, hêzeke çekdar bi awayekî derveyî yasayê tê bikaranîn û êrîşî ser hêzên ewlehiyê yên erkdar dike. Gule li hêzên hevbeş yên asayîşê dibarînin. Di encamê de, şeş endamên asayîşê û endamek yê hêzên destwerdana lezgîn a ser bi rêveberiya polîsên Silêmaniyê birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.”

Asayîşê destnîşan kir, ji bo lêkolîna bûyerê ew ê serî li rêyên yasayî bidin û lêpirsîna bûyerê ji bo komisyona lêkolînê bihêlin.