Asayîsa Silêmaniyê: Kesek bi tohmeta belavkirina dirûsm û peyamên DAISê hat desteserkirin
PeyamaKurd – Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê diyar kir, kesek li navçeya Çemçemalê bi tohmeta belavkirina dirûşm û peyamên koma terorîst a DAIŞê hat desteserkirin.
Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê bi daxuyaniyekê da zanîn, tohmetbar M.E.E. li ser Tiktokê çend vîdeo belav kirine ku dirûşm û peyamên koma terorîst a DAIŞê û gefa kuştin û serjêkirinê tê de hene.
Herwiha hêzên Asayîşê piştî lêkolîn û wergirtina rizamendiya dadgerê Dadgeha Lêkolînê, li gor yasaya têkoşîna li dijî terorê, di operasyoneke taybet de roja 27ê Tebaxa 2022yan li navçeya Çemçemalê tohmetbar dester kiriye.
Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê herî dawî got, di lêpirsînê de tohmetbar li tawana xwe mikur hatiye û çendîn vîdeoyên din jî di telefona wî de hatine dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin