Asayîsa Kurdistanê ragihand: ‘Dûpisk’ li Silêmaniyê hate desteserkirin

13 May 2024 18:02 0 dîtin
Asayîsa Kurdistanê ragihand: ‘Dûpisk’ li Silêmaniyê hate desteserkirin

PeyamaKurd - Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, yek qaçaxçiyê herî mezin ê li seranserê Ewropayê ku wekî “Dûpişk” dihat naskirin li ser daxwaza Interpolê (Polîsê Navnetewî) li Silêmaniyê hatiye desteserkirin.

Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, li ser biryara dadwerê Silmaniyê, hêzên ewlehiyê 12ê  Gulanê yek ji qaçaxçiyê herî mezin ê mirovan ku navê wî Barzan Kemal Mecîd e û bi nasnavê “Dûpişk” tê naskirin hatiye desteser kirin.

Hate diyarkirin ku ti kes ne di ser yasayan re ye û ew dê bi berdewamî rûbirûyî tohmetbaran bibin.

Di daxuyaniyê de, Dezgeha Ewlehiyê da zanîn divê welatî bawer bin ku ew ji bo îstîqrar û aramiya hemû kesî li ser karê xwe ne.

Hate gotin ku tohmetbar li gorî madeya 5 û li gorî yasaya hejmar 28an a sala 2012an hatiye desteserkirin û lêkolîn li ser wî hatiye destpêkirin.

Dûpişk xortekî Kurd ê bi navê Barzan Kelam Mecîd e ku medyaya Ewropayê ew nav lê kiriye û ji aliyê Interpolê ve ji ber qaçaxçîtîya mirovan lêgerîn li ser wî hebû.