Tohmetbaran bi çekan êrîsî asayîsa Silêmaniyê kir: Kesek birîndar bû

02 January 2022 10:26 0 dîtin
Tohmetbaran bi çekan êrîsî asayîsa Silêmaniyê kir: Kesek birîndar bû

PeyamaKurd – Şeva borî li taxa Serçinar a Silêmaniyê şer û pevçûn di navbera hêzeke asayîşê û çend kesan de rû da.

Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê daye xuyakirin ku, hêza asayîşa Silêmaniyê bi armanca desteserkirina çend tohmetbaran çûne taxa Serçinarê û li wir rastî êrîşa tohmetbaran hatine ku di encama şer û pevçûnê de kesek birîndar bûye û tohmetbar jî reviyane.

Hat diyarkirin, kesên fermana desteserkirina wan hebû teqe li hêza asayîşê kirine û ber bi cihekî nediyar ve reviyane.