DAISê êrîsî otomobîla Asayîsa Rojava kir: Birîndar hene

30 December 2024 16:25 0 dîtin
DAISê êrîsî otomobîla Asayîsa Rojava kir: Birîndar hene

PeyamaKurd - Li gundewarê bajarê Şedadê yê Rojavayê Kurdistanê, hejmarek çekdarên şaneyeke rêxistina terorîst DAIŞê êrîşî otomobîleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) kir û di êrîşê de 2 endamên Asayîşa Şedadê birîndar bûn.

Li gorî ragihandina medya xwecihî, li bajarê Şedadê yê herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, şaneyên DAIŞê îro 30yê Kanûnê li ser rêya Şedad–Deşîşe êrîşî otomobîleke Hêzên Ewlekariyê kir.

Di encama êrîşê de 2 endamên hêzên asayîşê birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya Şedadê hatine veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî rûxandina rejîma Beas û deshilata Beşar Esed valahiyeke ewlehiyê li nav Sûriyê peyda bûye ku bi taybet jî tevgera şaneyên DAIŞê li herêmên Rêveberiya Xweser zêde bûne. Li gorî HSDê sedema vê tevgerê êrîşên Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve ne û vê yekê derfet daye DAIŞê ku ji nû ve xwe birêxistin bike û êrîşan pêk bîne.