Malbatên DAISê êrîsî karmendên jin ên Asayîsa Rojava kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di roja sêyemîn a operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" ya Kampa Holê de ku bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî tê meşandin de, malbatên çekdarên DAIŞê êrîşî edamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) kirin.
Li gorî zanyariyan di encama êrîşê de 2 endamên asayişê yên jin birîndar bûn. Piştî êrîşa ku doh Şemiyê pêk hatiye, malbatên DAIŞê agir bi hejmarek konan jî xistin û di encamê de zarokek jî birîndar bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandiye ku 6 çekdarên din ên şaneyên razayî yên DAIŞê di nav Kampa Holê de hatine girtin û xendekeke ku endamên şaneyê ji bo xweveşartinê bi kar tanîn jî hatiye dîtin.
Li Kampa Holê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, li gorî rayedarên daneyên Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 56 hezar penaber û malbatên çekdarên DAIŞê dimînin ku wekî kampa herî metirsîdar a cîhanê tê naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin