DAISê li Kerkûkê êrîsî asayîsa Iraqî kir: 2 kustî
PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê li li başûrê Kerkûkê, êrîşî wesayîteke leşkerî ya Hêzên Asayîşa Iraqê kir û hat ragihandin ku 2 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî zanyariyan îro danê nîvro çekdarên DAIŞê li geliyê Zexîtûn ê başûrê taxa Riyad a bajarê Kerkûkê, bi çekên sivik êrîşî hêzên asayîşa Iraqê kirin.
Hat ragihandin ku di encama wê êrîşê de, 2 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan.
Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê jî li ser êrîşê ragihand, endamên asayîşê erebeyeke lojîstîkê ya girêdayî Furqeya Aliyat ya Asayîşa Federal, dajotin ku çekdarên DAIŞê ji rewşa hewayê ya xirab sûd wergirtin û êrîşî erebeya leşkerî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin