DAISê li Kerkûkê êrîsî polîsê iraqî kir: Kustî û birîndar hene

02 June 2020 20:10 0 dîtin
DAISê li Kerkûkê êrîsî polîsê iraqî kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li demeke ku îro 2yê Hezîranê artêşa Iraqê operasyoneke berfireh di nav sînorên parêzgeha Kerkûkê de, li dijî DAIŞê daye destpêkirin de, çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li dijî hêzên iraqî êrîşeke bombeyî pêk anîn.

Li gorî zanyariyan êrîş li nehiyeya Sergeran a Kerkûkê dema dewriyeya polîsê federalî yê Iraqê derbas dibû, bi bombeyeke çandî pêk hatiye.

Berpirsê Polîsê Kerkûkê Afrasyav Kamî ragihandiye ku bombeya çandî ya terorîstên DAIŞê dema wesayîta polîsê iraqî derbas bûye li ser rê hatiye teqandin û di encama wê êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê, 2 polîsên iraqî hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.