Li Selahedînê DAISê êrîsî polîsên Iraqî kirin
PeyamaKurd – Di encama êrîşeke DAIŞê ya li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê pêk hat de, herî kêm polîsek hat kuştin.
Li gor Berdevkê Polîsê Parêzgeha Selahedîn Mihemed Osman diyar kiriye, şeva borî terorîstên DAIŞê li gundê Mezarî yê nahiya Yesrub ya parêzgeha Selahedîn, êrişî polîsên Iraqî kirine.
Herwiha Mihemed Osman destnîşan kir, di wê êrişê de polîsek hat kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.
Agahî didin zanîn, terorîstên DAIŞê êrişî mala berpirsê polîsê nahiya Yesrub Behlûl Zubeydî kiribûn û ew jî birîndar bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin