Terorîstên DAISê êrîsî xaleke polîsên Iraqê kir: 2 polîs hatin kustin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê do li sînorê Kerkûkê êrîşî hêzeke xaleke polîsên federal a Iraqê kir û di encamê de 2 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gor Fermandarê Polîsê Kerkûkê Emîd Kawe Xerîb diyar kiriye, li sînorê gundekî ser bi nahîyeya Riyaz li sînorê parêzgeha Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrîşî xaleke kontrole ya polîsên federal kiriye.
Emîd Kawe Xerîb eşkere kiriye, 2 polîs di encama wê êrîşê de hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye. Herwiha polîsê birîndar rakirine nexweşxaneya Kerkûkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin