Li Daqûqê terorîstên DAISê êrîsî hêzeke polîsên Iraqê kir
PeyamaKurd – Do bi şev, terorîstên DAIŞê, li sînorê navçeya Daqûqê ya Kerkûkê, êrîşî hêzeke ser bi polîsên federal a Iraqê kir û di encamê de polîsekî can da û 2 polîs jî birîndar bûn.
Li gor Qaymeqamê Daqûqê Luyis Xazir diyar kiriye, do bi şev, roja Pêncşemê terorîstên DAIŞê li nêzîkî gundî ereb koy, êrîşî ser hêzeke ser polîsê federal ê Iraqî kirin û di encama wê êrîşî de, polîsek hat kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.’’
Hêjayî gotinê ye, demek e çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê, li herêmên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê ji ber valahiya emnî bihêz bûne û rojane êrîşan encam dide û artêşa Iraqê û hêzên milîsên Şîe, nikarin rê li ber terorîstên DAIŞê bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin