Terorîstên DAISê do bi sev êrîsî gundekî Kurdan kirin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê do bi şev êrîşî gundekî Kurdan ên ser bi qeza Daqûqê kirin û şêniyên gund bi çekên xwe li dijî terorîstên DAIŞê sekinîn.
Li gor Qaymeqamê Daqûqê Luyis Fendî do diyar kiriye: “Îşev 08.03.2022yê çekdarên DAIŞê bi çekên cureya Qenas êrîşî xaleke gundê Mensurî yê navçeya Heftexarî ya ser bi Daqûqê kirin, li wê xalê şêniyên gund nobedariya gundê xwe digirtin.’’
Fendî eşkere kiriye: “Bi kêfxweşî ziyanên canî çênebûn, niha jî hêzên artêşê gihîştine sînorê wî gundî.”
Şêniyên gund niha jî di amadebaşiyê de ne li hember dubarebûna êrîşa DAIŞê.
Gundê Mensûr yek ji gundên Kurdan ên navçeya Heftexarî ya ser bi qeza Daqûqê ye ku car caran ji aliyê çekdarên DAIŞê ve êrîş li ser wî gundî pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin