Terorîstên DAISê êrîsî gundekî Xaneqînê kir

06 July 2020 12:55 0 dîtin
Terorîstên DAISê êrîsî gundekî Xaneqînê kir

PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê gundek topbaran kirin.

Li gor Qaymeqamê nahiya Seidiye ya bajarê Xaneqînê, Ehmed Wirgoşî ragihand, di derengiya şeva borî de, terorîstên DAIŞê gundê Mercane li nêzîkî nahiya Seidiye dan ber topên hawanê.

Ehmed Wirgoşî herwiha diyar kir, top li nav zeviyan ketine ji ber wê jî ti ziyanên canî çênebûye.

Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed da zanîn, şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî binkeya polîsan a li nahiya Şareban kirin lê rastî bersiva tund ya hêzên polîsan hatin û reviyan.