Terorîstên DAISê êrîsî gundekî Daqûqê kirin: 3 kes birîndar bûn

01 July 2021 12:00 0 dîtin
Terorîstên DAISê êrîsî gundekî Daqûqê kirin: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê êrîşî gundekî Daqûqê kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Rêveberê Rêveberiya Polîsê Daqûqê Wehab Mihemed diyar kiriye, îro roja Pêncşemê 01.07.2021ê çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Hesen Şelal ê Daqûqê kirine.

Êrîşa DAIŞê li ser hêzên polisan bûye, lêbelê xelkê gund jî weke polîsan beramber DAIŞê westiyane û şerê terorîstên DAIŞê kirine.

Herwiha Wehab Mihemed amaje bi wê yekê jî dike, di wê êrîşê de 10 çekdarên DAIŞê beşdar bûne û 3 hemwelatî birîndar bûne.