Li Kerkûkê nêzî 10 terorîstên DAISê êrîsî gundekî kirin

19 October 2020 11:29 0 dîtin
Li Kerkûkê nêzî 10 terorîstên DAISê êrîsî gundekî kirin

PeyamaKurd – Li gundekî bajarokê Hewîcê yê Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrîş pêk anîn, çend xanî û otomobîlên welatiyan şewitandin.

Li gor Berpirsê polîsê bajarokê Hewîce Fetah Mehmûd diyar kir, şeva berê nêzîkî 10 terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Burhan Mezherasî yê Hewîce kirin.

Herwiha wî efserê polîs diyar kir, di wê êrîşê de terorîstên DAIŞê çend otomobîl û xaniyên welatiyan şewitandin. Xaniyê serokê berê yê firaksyona Erebî li encumena parêzgeha Kerkûkê Burhan Mezher jî şewitandin. Terorîst, piştî van êrîşan reviyan.