Li navçeya Sergeran a Kerkûkê, 9 terorîstên DAISê hatin kustin

11 May 2022 13:29 0 dîtin
Li navçeya Sergeran a Kerkûkê, 9 terorîstên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd-Hat ragihandin ku li Gundê Geravê yê ser bi navçeya Sergeranê ya Kerkûkê ve 9 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Li gorî ragihandina Artêşa Iraqê, îro li navçeya Sergeran a ser bi Kerkûkê ve li hember terorîstên DAIŞê operasyonek hatiye kirin. Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 9 terorîstên DAIŞê hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya fermî, di operasyonê de DAIŞî di tonêlekê de hatine asêkirin û tonêl bi ser wan de hatiye teqandin.