Li basûrê Kerkûkê 7 xalên terorîstên DAISê hatin rûxandin
PeyamaKurd – Alîkarê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Ferîq Elî Frêhî ragihand, li navçeya Geliyê Alşay a li başûrê Kerkûkê, 7 xalên terorîstên DAIŞê hatin rûxandin.
Alîkarê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Ferîq Elî Frêhî li ser operasyonê diyar kir: “Hêzên Iraqê di encama operasyonekê li Geliyê Alşay a başûrê Kerkûkê de, 7 xalên çekdaran rûxandin û hejmarek çek û teqemenî jî bi dest xistin.”
Frêhî eşkere kir, di nava van amûrên leşkerî de, hawan, çek, doşka, mayîn, 5 guleyên topan hene, rêjeyek ji van amûran desteserkirine û rêjeyek jî tunekirine.
Herwiha Alîkarê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Ferîq Elî Frêhî, di derbarê hejmara çekdarên hatine kuştin û girtin de tu agahî parve nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin