Li Kerkûkê 5 terorîstên DAISê hatin girtin

23 December 2021 17:09 0 dîtin
Li Kerkûkê 5 terorîstên DAISê hatin girtin

PeyamaKurd - Şaneya ragihandinê ya ewlehiya Iraqê eşkere kir, hêzên ewlehiyê di çend operasyonan de 5 çekdarên DAIŞê li Kerkûkê desteser kirin.

Şaneyê ragihand, yek ji wan çekdaran karmendê wezareta tenduristiya Iraqê bûye û derman û pêdiviyên nojdarî ji bo DAIŞê dabîn dikir.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wî çekdarî ji bilî dabînkirina derman û pêdiviyên tenduristiyê, çekdarên birîndar yên DAIŞê jî di mala xwe de derman dikirin.

Dîsa 4 DAIŞîyên din ên hatine girtin jî pêdiviyên leşkerî û xurakan ji bo DAIŞê dabîn dikirin.