Li Kerkûkê 4 terorîstên DAISê hatin girtin

23 December 2020 18:24 0 dîtin
Li Kerkûkê 4 terorîstên DAISê hatin girtin

PeyamaKurd - Ajansa Istixbaratê ya bi ser Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ragihand ku hêzên wan li dijî şaneyên DAIŞê li navçeya El-Riyad li Başûrê Rojavayê parêzgeha Kerkûkê operasyoneke leşkerî pêk anîne.

Hat ragihandin ku di encama operasyonê de, 4 çekdarên DAIŞê hatine girtin ku wan çekdaran alavên lojistîk li şaneyên DAIŞê belav dikirin.

Doh 22yê Kanûnê jî artêşa Iraqê dabû xuyakirin ku di encama operasyoneke li rojavayê Mûsilê de 12 çekdarên DAIŞê hatine desteserkirin.