Li Nînowa û Kerkûkê 4 terorîstên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – Hêzên Operasyonên Hevbeş ên Iraqê li parêzgehên Nînowa û Kerkûkê 4 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê girtin.
Fermandariya hêzên polîsê federal ê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, yekîneyên wan terorîstekî DAIŞê yê ku beriya niha fermana girtina wî li gorî madeya 4 a terorê hebû li taxa Feyleq a bajarê Kerkûkê girtin.
Saziya Îstixbarat û lêkolînên federalî ya Iraqê jî îro 12ê Cotmehê ragihand, li navçeyên cuda yên parêzgeha Nînowa, 3 terorîstên DAIŞê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin