Li Nînowayê 7 terorîstên metirsîdar ên DAISê hatin desteserkirin

15 August 2021 18:41 0 dîtin
Li Nînowayê 7 terorîstên metirsîdar ên DAISê hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Ajansa Îstixbarata Iraqê îro 15ê Tebaxê ragihand ku 7 terorîstên metirsîdar ên DAIŞê li parêzgeha Nînowayê hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya ajansa îstixbaratê, di operasyoneke ewlekariyê ya berfireh de, 7 terorîstên metirsîdar ên DAIŞê li parêzgeha Nînowayê hatine desteserkirin ku li gor madeya (4) a rûbirûbûna terorê û zanyarîyên li ser wan hene ew serkirdeyên DAIŞê yên metirsîdar in.

Ajansê destnîşan kir, wan terorîstan li tawanên xwe mikur hatine û navên wan jî; Ebû Eses, Ebû Sifyan, Ebû Zêne, Ebû Seyf, Ebû Fehed û Ebû Mucahid in.