Li Nînowayê 5 terorîstên DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Ewlekariya Iraqê li devera Nesir a parzêgeha Nînowayê 5 çekdarên DAIŞê desteser kirin.
Rêveberê Polîsê Nînowayê Lîs El-Hemdanî ragihand, yek ji çekdaran di beşê Hisbe de kar dikir, yek ji wan berê istixbarat bû û yên mayî jî girêdayî dîwana Cind û Leşkergehên Giştî ya DAIŞê bûn.
Herwiha hat diyarkirin ku hêzên Heşda Şebî jî li Enbarê operasyoneke bi navê El-Fetih El-Mubîn li dijî DAIŞê dane destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin