Li Xurmatû 4 terorîstên DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nehiya Silêman Beg ya Xurmatûyê ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê maye, 4 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.
Qaymeqamê nehiya Silêman Beg Mehdî Hesen daye xuyakirin ku îro 18ê Çile li nehiya Silêman Beg 4 terorîstên DAIŞê ku beriya niha fermana girtina wan hatibû dayîn, hatine girtin.
Mehdî Hesen got, ew terorîstên hatine desteserkirin, xelkê devera Silêman Beg bûn û gelek caran êrîşî hêzên ewlehiyê û xelkê sivîl kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin