Li Kerkûkê 6 terorîstên DAISê û alîgirên wan hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nav sînorê parêzgeha Kerkûkê û li du navçeyên cuda yên parêzgehê, 2 terorîstên DAIŞê û 4 alîgirên wan ji aliyê hêzên ewlehiya Iraqê ve hatin desteserkirin.
Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ragihandiye ku di 24 demjimêrên borî de 2 terorîstên DAIŞê li nehiyeya Şiwan a ser bi parêzgeha Kerkûkê, ji aliyê hêzên saziya îstixbarata Iraqê ve hatine girtin.
Hat diyarkirin ku li ser wan herdu terorîstan berê zanyarî hebûn ku li navçeyê xwe veşartibûn.
Berpirsê polîsê Kerkûkê herwiha daye xuyakirin, “Li sînorê nehiyeya Riyaz, çar alîgirên DAIŞê ku bi şev alîkariya terorîstên DAIŞê dikirin û cih ji bo wan dabîn dikirin, ji aliyê polîsê federal ve hatine girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin