Li Nînowayê yek ji wan rêveber du terorîstên DAISê hatin desteserkirin

31 January 2022 21:25 0 dîtin
Li Nînowayê yek ji wan rêveber du terorîstên DAISê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Nînowayê rêveberekî rêxistina terorîst DAIŞê ji aliyê hêzên iraqî ve hate destesekirin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir, îro Duşemê du kes li Nînowayê hatine girtin ku yek ji wan rêveberê rêxistina terorîst DAIŞê ye.

Herwiha hat ragihandin ku ew kesên hatine desteserkirin li gor madeya 4 a terorê hatine girtin.

Hat diyarkirin yek ji wan kesan berpirsê îdareya ketîbeya Omer Bin Xetab ê DAIŞê bûye û yê din jî çekdarê dîwana polîs a DAIŞê bûye.