DAISê êrîsî komek sivanên li Kerkûkê kir: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd –Terorîstên DAIŞê do êrîşî komeke şivanên li başûrê rojhilatê Kerkûkê kirin û di encamê de sivîlek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, çekdarên DAIŞê li sînorê nahyeya Leylan a parêzgeha Kerkûkê bûye êrîş pêk anîne.
Rêvebirê Polîsê Nahyeya Leylan a Kerkûkê Selam Bawe eşkere kiriye, li devera Beyanlû ya ser bi Leylanê ve hejmarek çekdarên DAIŞê, gulle berdane hejmarek şivan û di navbera wan de pevçûn çêbûye.
Herwiha Rêvebirê Polîsê Nahyeya Leylanê destnîşan kiriye: “Di êrîşê de hemwelatiyek şehîd bûye ku hevdem endamekî Hêza Pêşmerge ye û hemwelatiyek jî birîndar bûye.” Û di pevçûnê de herwiha çekdarekî DAIŞê jî hatiye kuştin.
Selam Bawe di berdewamiyê de gotiye: “Ew kesê şehîd bûye navê wî Zîrek Zahîr e û kesê birîndar jî navê wî Yûsif Hesen e ku gulleyek li zikê wî ketiye û rakirine Nexweşxaneya Komarî ya Kerkûkê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin