DAISê êrîsî komeke sivanan kir: 100 serî pez dizîn

15 April 2024 19:35 0 dîtin
DAISê êrîsî komeke sivanan kir: 100 serî pez dizîn

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li bejahiya bajarê Himsê yê Sûriyê, êrîş birine ser şivanan û pezê wan dizîne.

Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) derbarê bûyerê de ragihandiye, şaneyên DAIŞê êrîşî komeke şivanan li rojhilatê Himsê kir û zêdetirî 100 serî pez dizîn.

Li gorî amarên SOHRê ji destpêka sala 2024an ve di êrîşên DAIŞê yên li çolistana Sûriyeyê de 301 kes hatine kuştin ku ji wan 37 sivîl, 240 endamên hêzên Sûriyê û komên alîgirên wan û 24 jî çekdarên DAIŞê ne.