Li Samê komeke çekdar êrîsî Kurdan kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komeke çekdar a ji Dêrazorê çûye Şamê, bi ser taxeke Kurdan de girt û hejmarek welatî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.
Li gorî çavkaniyên ji Şamê, li devera Zoravayê ya Şamê komeleke girêdayî komên çekdar ên artêşa niştîmanî ya Sûriyeyê ku girêdayî Tirkiyê ye, bi ser devera Zoravayê ya Şamê de girt, ku piraniya xelkê wê deverê Kurd in.
Ciwanekî Kurd bi navê Koman, ku li wê taxê xwediyê dikaneke kincan e, di wê êrîşê de bi giranî birîndar bû û hejmareke welatiyên Kurd jî li wê derê birîndar bûn.
Hate zanîn ku ew koma çekdar ji Dêrazorê çûye Şamê û êrîşî ser Kurdên taxa Zoravayê ya Kurdan kiriye û dema êrîşê jî dirûşmên nehiştina hemû Kurdan qêriyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin