Rûsyayê êrîsî bingeheke Cepheya Nusre-Tehrîr el-Samê kir: 45 çekdar hatin kustin
PeyamaKurd – Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê li Himêmîm a Laziqiyê ya Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir, balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî bingeheke Cepheya Nusre-Tehrîr el-Şam li derdora gundê Şêx Yûsif a li bakurê Idlibê kirin û di encamê de 45 çekdar hatin kuştin.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê da zanîn, Cîgirê Serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê Himêmîm a Laziqiyê ya Sûriyê Oleg Egorov ragihandiye, balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî bingeheke Cebheya Nusre-Tehrîr el-Şam li derdora gundê Şêx Yûsif ê li bakurê Idlibê kirine.
Herwiha Oleg Egorov eşkere kir, di encama bombebaranan de 45 çekdar hatine kuştin û di nav wan de fermandarên meydanî jî hebûn.
Di berdewamiyê de heman çavkaniyê eşkere kir, hefteya borî jî balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî bingeheke Desteya Tehrîr el-Şam-Nusre li Deşta Roj li bakurê Idlibê kiribûn û di encam de 150 çekdar kuştibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin