Li nêzîkî Singalê komeke çekdar êrîsî artêsa Iraqê kir: Leskerekî Iraqê hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku derengiya şeva borî komeke çekdar a nenas li nêzîkî Şingalê êrîşî artêşa Iraqê kiriye û di navbera wan de şer rû daye.
Li gorî ragihandina Serokê Encûmena Şingalê Weys Nayif ji medya Kurdistanê re ragihandiye, derengiya şeva borî heta nêzîkî serê sibehê komeke çekdar a nenas li sînor û ji aliyê Sûriyê ve êrîşî artêşa Iraqê kiriye.
Weys Nayif daye xuyakirin ku artêşa Iraqê û wê koma çekdar li hev dane û piştre jî ew koma nenas bi naçarî paşve vekişiyaye û di encama şer de leşkerekî Iraqê hatiye kuştin.
Serokê encûmena Şingalê daye zanîn ku PKK û milîsên Heşdî Şeibî û rêxistina terorîst DAIŞê ew navçe kirine navçeya herî metirsîdar û muhtemel e di navbera çekdarên PKKê û Heşdî Şeibî jî şer rû bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin