Komeke çekdar a nêzîkî Îranê berpirsyartiya êrîsa li ser hêzên Hevpeymanan girt ser xwe
PeyamaKurd – Komeke çekdar a nêzîkî Îranê berpirsyartiya êrîşa şeva pêncşema bihorî ya li ser Balafirxaneya Rimêlanê ya hêzên Hevpeymanan li Rojavayê Kurdistanê girt ser xwe û ku di encamê de belênderekî Amerîkî hatibû kuştin û 5 serbazên Amerîkî jî birîndar bibûn.
Koma bi navê Lîwaya Xalîbûn li ser hesabê xwe yê Telegramê da zanîn, wan bi dronan êrîşî Balafirxaneya Rimêlanê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Herwiha Lîwaya Xalîbûn dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşa bi dronê li ser wê baregeha hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan belav kiriye û ragihandiye, ew êrîş wek bersivekê li hemberî kuştina fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis bûye ku destpêka sala 20212an di êrîşeke Amerîkayê de li Balafirxaneya Bexdayê hatibû kuştin.
Koma Lîwaya Xalîbûn di daxuyaniya xwe de îdia kiriye, artêşa Amerîkayê “tawanan li Iraq û navçeyê pêk tîne” û gotiye ku ew ê bi çekên pêşketî êrîşî hêzên Amerîkî li Iraq û navçeyê bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Pêncşema borî bi dronan êrîşî baregeha hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan li Balafirxaneya Rimêlanê li Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin û li gor rayedarên Amerîkî, di êrîşê de kesekî Amerîkî yê xanenişîn hat kuştin û 5 serbazên Amerîkî jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin