Di navbera pasdarên Îranê û komeke çekdar de ser derket: 3 kustî…

16 June 2023 18:54 0 dîtin
Di navbera pasdarên Îranê û komeke çekdar de ser derket: 3 kustî…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di navbera çekdarên xwecihî û pasdarên Îranê de şer rû daye û di encamê de hejmarek kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Li gorî zanyariyan, şer îro Înê li bajarê Hamûn ê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê qewimîye û di encama şer û pevçûnên di navbera Supaya Pasdarên Îranê û çekdarên xwecihî de endamekî Supaya Pasdarên Îranê û 2 çekdar hatine kuştin û 6 çekdar jî hatine desteserkirin.

Fermandariya Qudsê ya Supaya Pasdarên Îranê derbarê bûyerê de ragihandiye ku hêzeke serhildêr a çekdar li bajarê Hamûn ê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê rûbirûyê Supaya Pasdarên Îranê bûye û di şer û pevçûnê de 2 endamên hêza çekdar û endamekî Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku navê pasdarê hatiye kuştin Erdeşîr Xetîbî ye û 6 kes jî piştî bûyerê hatine desteserkirin.