Li sînorê Urmiye di navbera Îranê û komeke çekdar de ser derket
PeyamaKurd - Li gundekî sînorê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera hêzên Supaya Pasdaran a Îranê û komeke çekdar de şer derket.
Li gor çavkaniyên xwecihî yên li Rojhilatê Kurdistanê, li derdora gundê Koranê ku bi navçeya Soma û Biradost a bajarê Urmiyê ve ye, di navbera grûpek çekdar û hêzên Supaya Pasdaran de şer derketiye û herdu alî demeke dirêj êrîşî hev kirine.
Li gor zanyariyan, topxaneya Supaya Pasdaran çiya û bilindahiyên derdora gundê Koranê topbaran kiriye.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin, ji ber şer û pevçûnê, bo demekê hêlên înternet û telefonê li gundê Koran û derdorê hatin qutkirin.
Malpera Hengawê jî dîmenên vîdyoyî yên şerê li gundê Koranê belav kirine û ragihandiye, gundê Koranê ji aliyê Supaya Pasdaran ve bi temamî hatiye dorpêçkirin û hin hêzên din jî dişînin herêmê.
Heta niha ti aliyên Rojhilatê Kurdistanê berpirsayariya vî şerî wernegirtîye.
Herî dawî do Sêşemiyê, Yekîneyên Rizgariya Kurdistanê (YRK) ku baskê serbazî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye, di daxuyaniyekê de amaje bi bicihkirina hêzeke mezin a Îranê li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê kiribû û hişyarî dabû û gotibû em ê dê bi tundî bersiva her êrîşê bidin.
Îranê di wan rojan de hêzeke mezin aniye ser sînorê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran, Mihemed Pakpûr ragihandiye, armanca wan êrîşkirina ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li nav axa Başûrê Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin