Sînorê navbera Pakistan û Îranê têl dikin

19 March 2019 22:18 0 dîtin
Sînorê navbera Pakistan û Îranê têl dikin

PeyamaKurd- Generalê hêzên Başûr yê artêşa Pakistanê korgeneral Bajwa ragihand ku di hefteya pêşiya me de, wê dest bi danîna telan bikin ku bi dirêjahiya 950 km dike.

Di civîna li bajarê Kuettayê de korgeneral  Asim Salim Bajwa ragihand ku îdareya sînor û ewlekarî, di serî de bo eyaleta Belîcistanê û welat gelek girînge. Bajwa got ku bo 370 km yî têl kişandine û wê dest bi çêkirina 950 km yî bikin.

Ji ser sînorê Belûcistanê gelek caran rêxistin êrîş dibirin ser leşkerên Îranê û Îran Pakistanê bi qelsiya sitendina tedbîran tewanbar dikir.