Li ser sînorê Afganistan û Pakistanê di navbera hêzên asayîsê de ser derket
PeyamaKurd - Li ser sînorê Afganistan û Pakistanê di navbera hêzên asayîşa her dû dewletan de şer derket. Sedema şer ewe ku hêzên Afganistanê dixwazin li ser sînor noqta kontrolê ava bikin.
Li gor çapemeniya Afganistanê; li bajarê Hostê li navça Mandozaiyê li ser sînor seet di 19.00an de pevçûn derketiye, şer dewam dike û di şer de çekên giran tên bikaranîn.
Pirsgirêka sînor ya di navbera her dû dewletan de heya niha dewam dike, Afganistan heya niha di mijarê de ti daxwuyanî nedaye û heya niha ti hukumetekî Xetta Durandê wekî sînorê fermî qebûl nekiriye.
Li aliyê dinê di nav Pakistanê gelek caran tevgerên çekdarî dibin û Pakistan ji tevgeran Afganistanê berpirs digre. Pakistan dibêje ku Talîban a Pakistanê di nav sînorê Afganistanê de dimîne û rêvebiriya Afgan ber li wan nagre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin